Sererkanê Almanya: Divê di nav 5 salan de em ji ser re amade bin!

11 February 2024 17:36 0 dîtin
Sererkanê Almanya: Divê di nav 5 salan de em ji ser re amade bin!

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Almanyayê Carsten Breuer, ragihand ku welatê wî divê di nav 5 salan de ji bo şer xwe amade bike û niha amadekarî ji wê têne kirin.

Breuer, di hevpeyvîna ligel rojnameya Welt am Sonntag de gotiye, “amadebûna bo şer pêvajoyek e” û ji heyama şerê sar ve cara ewil e ew dîsa pir nêzî şerê germ bûne ku ji vê amadekariya vê jî dema wan a heta hetayî tune ye.

Sererkanê Almanyayê diyar kiriye, “Dema analîstên rûsû dişopînim û potansiyela gefa leşkerî ya çavkaniya wê Rûsyaye dibînim, ev ji bo me tê wateya ku 5-8 sal ji bo em xwe amade bikin dem maye.”

Breuer ev nayê wateya ku ew dê bikevin şer û destnîşan kir: “Lê belê ev mimkun e û ji ber ez leşker im, dibêjim ku divê di nav 5 salan de em xwe ji şer re amade bikin.”