Almanya: Divê em ji ser re amade bin
PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Pistorius ragihand ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê ji bo Almanyayê qonaxeke dîrokî ye û diyar kir ku divê civak û hêzên çekdar ên Almanyayê ji şerekî muhtemel ên li Ewropayê re amade bin.
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona ZDFê ya Almanî de got ku şerê Rusya û Ukraynayê ji bo Almanyayê xaleke dîrokî ye.
Pistorius diyar kir ku divê ev şer di Siyaset û civakê de guhertina hişmendiyê bi xwe re bîne û got, “Divê em xwe bi wê fikirê amade bikin ku dibe ku li Ewropayê xetereya şer hebe û ev tê wê wateyê ku divê em ji şer re amade bin.
Divê em ji bo parastina xwe amade bin û hêzên çekdar û civaka Almanyayê ji bo vê amade bikin. Divê Almanya lêçûnên xwe yên berevaniyê zêde bike û hêzên xwe yên çekdar nûjen bike da ku bikaribin bi kêşeyên ewlehiyê yên nû re rû bi rû bibin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin