Josep Borell: Xezze êdî goristaneke servekirî ye
PeyamaKurd – Berpirsê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewroyaê (YE) Josep Borrell, beriya civina wezîrên derve yên YEyê li Brukselê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Borrell, derbarê rewşa Xezzeyê de got: "Beriya şer Xezze girtîxaneyeke servekirî bû. Lê îro tevî bi deh hezaran mirovan û binpêkirina gelek rêgezên hiqûqa mirovî, niha goristana herî mezin a servekirî ye.”
Josep Borrell, di foruma sêyemîn a Xezzeyê de jî diyar kir, "Em niha Xezzeyê ne li ber xelaya tunebûnê tenê ne, em rûbirûyî xelaya ku bandorê li hezaran ksan dike ne. Bi sedan tir li sînor disekinin, lê yên ji wan berpirs in hatina wan asteng dikin. Pêwîst e rêyên nû yên derbasbûnê bên vekirin. Ev meseleya îradeyê ye. Divê Îsraîl teqez vê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin