Josep Borell: Dibe ku vê hefteyê blokaja ser veguhestina zadê Ukrayna bê rakirin
PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, ragihand ku dibe hewldanên bo hinardekirina zadê Ukraynayê vê hefteyê bigihin encamê û rêkeftin li ser çêbibe.
Josep Borrell, beriya beşdarî civîna Wezîrên Derve yên YEyê bibe ji rojnamevanan re li ser vekirina korîdorekê bo veguhestina zadê Ukraynayê ji benderan da xuyakirin, “Hêvî dikim vê hefteyê rakirina blokaja ser keştiyên zad ên li Odesa û cihên din ên Ukraynayê were rakirin û lihevkirinek pêk were. Ji ber ku jiyana bi deh hezaran kesan girêdayî wê ye, ev ne lîstikeke dîplomatîk e.”
Borrell herwiha dorpêçên ser Rûsyayê bibîr xistin û diyar kir, ew dê li ser guhertina qedexeya bo hinardekirina zêrên Rûsyayê û hawirdekirina kelûpelan di navbera xwe de gotûbêjê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin