Putin bi telefonê bi Olaf Scholz û Macron re axifî

12 March 2022 21:39 0 dîtin
Putin bi telefonê bi Olaf Scholz û Macron re axifî

PeyamaKurd – Êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê dewam dikin. Îro serokê Rûsyayê Putin bi rêya telefonê bi serokwezîrê Almanya û bi serokê Fransayê re axifî. Ragihandina yekem ji Fransayê hat. Li gor ragihandina qesra Elysee ya Fransayê; Macron ji Putin xwestiye ku agirbesê bike lê li gor texmînên Macron Putin amade nîne ku agirbesê ragihîne.

Fransa û Almanya ji Putin re gotine ku ji bo muzakereyan divê agirbes hebe. Eger rewş weha dewam bike, wê Rûsya weka Kore u Sûriyê ji civaka navdewletî tecrîd bibe. Li gor ragihandina Kremlînê jî rewş wehaye:

“Vladimir Putin, ji bo Donbasê biparêze rewşa Donbasê ya deverên di nav operasyonên leşkerî de agahî da Fransa û Almanya. Ûkrayna tevgerên wisa dike ku tev li hemberê normên hûqûqê yên navdewletî û mirovîne. Ûkrayna sîvîlan weka mertal bikar tîne. Leşkerên Ûkraynî li dora nexweşxane, dibistan û jîngehan bicîh bûne. Li pêşberê operasyonên rizgarkirinê astengin. Rûsya daxwazên xwe ji bo Macron û Scholz jî ragihandiye.”

Berdevkê hukumeta Almanya Hebestreit ragihand ku her sê lîder lihev kirine da hûrayiya axaftinê niha nedin raya giştî. Her weha Scholz berya bi Putin re biaxife, bi serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy re axifiye û ji niha û pêde jî wê di nav têkiliyan de bin.