Macron ji bo mijara Ûkraynayê seredana serokwezîrê Almanya Olaf Scholz kir

10 May 2022 01:24 0 dîtin
Macron ji bo mijara Ûkraynayê seredana serokwezîrê Almanya Olaf Scholz kir

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron seredana Almanya ya serokwezîr Olaf Scholz kir û her dû ragihandin ku ji bo di navbera Rûsya û Ûkrayna de aştî çêbibe, divê berya her tiştî agirbes çêbibe.

Scholz, bi sedema ku Macron ji nûh de bû serokê Fransayê, li Berlînê bi merasima leşkerî pêşwaziya wî kir. Piştî merasimê civîna çapemeniyê lidar xistin. Scholz di civînê de weha got:

“Daxwaza me destpêkirina muzakereyan ya ji nûh de ye. Divê hevdîtinên di navbera Rûsya û Ûkrayna de berbiçavtir bin û xwe zû bigihînin peymanan. Divê dijberiya navbera wan kêm bibe, şer bi dawî were, divê em biryarên bilez bidin da şer biqede. Daxwaz zelalin. Divê şer biqede, agirbes bibe û Rûsya leşkerên xwe ji wir vekişîne.”

Macron jî ragihand ku di encama axaftina xwe ya bi telefonê ya bi Putin re, ti îşareta kêmkirina şer nediye û weha got:

“Em dixwazin agirbes bibe. Hem bilez. Eger ev nebe, wê muzakere encam nedin. Ji bo aştî bibe, muzakere gelek girîngin. Wê Awrûpa du tiştan bike û di wan de rol bistîne. Yek jê garantiya ewlhiyane û ya din avakirina Ûraynayê ya ji nûh de ye.”