Olaf Scholz: Me dersînorkiriyan sande Efxanistanê û em ê bisînin
PeyamaKurd - Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di derbarê dersînorkirina koçberan de got: " Em ê careke din dest bi dersînorkirina kesên tawanbar bikin û wan bişînin Efxanistan û Sûriyeyê.”
Piştî êrişên li Almanyayê, koçber li wî welatê bûne mijara sereke ya siyaset û raya giştî.
Her wiha ji ber wan hêrişên li Almanyayê nîqaşên dersînorkirina koçberên tawanbar jî dest pê kiriye. Li Parlamena Almanyayê jî li ser koçberan nîqaşên tund tên kirin.
Opozisyon û desthilata Almanyayê hev bi mijara koçberan tawanbar dikin.
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî di gotarên xwe de hêrişî opozisyonê dike ku xwe ji berpirsyariyê dûr dixe.
"Em ê careke din dest bi dersînorkirina kesên tawanbar bikin"
Şêwirwendê Almanyayê Olaf Scholz li ser dersînorkirina koçberan wiha axivî:
"Min bi xwe got, li Parlamena Almanyayê, em ê careke din dest bi dersînorkirina kesên tawanbar bikin û wan bişînin Efxanistan û Sûriyeyê. Di rastiyê de me bi frokeyekê dersînorkiriyan şande Efxanistanê. Ez ji we re dibêjin, em ê di şandina derve ya dersînorkiyan de xebatên xwe bidomînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin