Olaf Scholz: Li Ukraynayê, dem nehatiye asta astiyê
PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, ji ber rastlêhatina salvegera şerê navbera Rusya û Ukraynayê, daxuyaniyek da û bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku hîn dema dan û stendinên di navbera Rusya û Ukraynayê de nehatine asta gihîştinê.
Olaf Scholz, di derbarê şerê Rusya û Ukraynayê de nirxandinan kir û diyar kir ku hîn dem nehatiye ku îhtîmala aştiya li Ukraynayê derkeve holê û wiha got:
"Dema ku îhtîmala aştiyê derbixe pêş, hîn nehatiye. Ji ber vê yekê ez ê bi Putin re tim û tim biaxivim û wî qanih bikim ku her tişt ne wekî ku ew dibîne ye."
Scholz destnîşan kir ku Moskow niha tenê yek şêwazê muzakereyê qebûl dike ku tê de "teslîmbûna bê şert û merc" a aliyê din jî heye.
Olaf Scholz bi berdewamî da zanîn ku divê mirov ji bo Ukraynayiyan hêvî bike ku muzakereyên rasteqîn ên ku rê li pêşiya encamên rast vekin û bên qebûlkirin, bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin