Sêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz îro serdana Ukraynayê dike

14 February 2022 14:00 0 dîtin
Sêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz îro serdana Ukraynayê dike

PeyamaKurd Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, îro di çarçoveya hewlekê ji bo rêgirtina li dagîrkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve de, serdana Kîevê dike.

Biryar e Scholz jî wek Serokê Fransayê Emmanuel Macron, sibê Sêşemê biçe Moskowê.

Hêjayî gotinê ye, Almanya bi wê yekê tê tawanbarkirin ku li hember Rûsyayê pir nerm e, roja Yekşemê dengê xwe tundtir kir û Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier axivî û da zanîn: "Em di nava gefa şerekî leşkerî li Rojhilatê Ewropayê de ne û Rûsya berpirsyar e.”