Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz serdana Washingtonê dike: Mijara sereke Ukrayna ye!

28 January 2022 15:31 0 dîtin
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz serdana Washingtonê dike: Mijara sereke Ukrayna ye!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştî ku hatiye ser kar yekem serdana xwe ya bo Amerîkayê di 7ê Sibatê de dike. Li gorî zanyariyan mijara sereke ya hevdîtina Scholz û Joe Biden krîza Ukraynayê ye.

Ajansa nûçeyan Reutersê ragihandiye ku Scholz, dê bi Serokê Amerîka Joe Biden re li Koşka Spî bicive û tê çaverêkirin, Scholz û Biden li ser aloziya navbera Rûsya û Ukrayna û hin mijarên din yên dualî biaxifin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki da xuyakirin, Scholz û Biden dê ser têkoşîna dijî pandemîya vîrusa korona, guherîna îqlimê, teşwîqkirina ewlekarîya navneteweyî danûstandinê bikin.