Olaf Scholz kete sûna Merkel û bi fermî dibe serokwezîrê nû yê Almanyayê

08 December 2021 15:30 0 dîtin
Olaf Scholz kete sûna Merkel û bi fermî dibe serokwezîrê nû yê Almanyayê

PeyamaKurd - Nûnerê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Olaf Scholz îro 8ê Kanûnê di dengdana Parlemantoyê de bi ser ket û piştî 16 salan li şûna Angela Merkel girt.

Seroka Bundestag Barbel Bass ragihand, Scholz ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî di hikûmeta Merkel de kar dikir, bi piraniya dengan (395) dengên ji parlemanterên Parlemantoya Almanî bidest xistin.

Schulz piştî ku bi fermî ji aliyê Serokomar Frank-Walter Steinmeier ve hatibû kandîdkirin, dê li pêş parlemanteran sonda yasayî bixwe û piştî nîvro jî Merkel dê Şêwirmendiyê ango serokwezîriyê radestî wî bike.