Merkelê pîrozbahî li Olaf Scholz ê serkeftiyê hilbijartinan kir

30 September 2021 19:47 0 dîtin
Merkelê pîrozbahî li Olaf Scholz ê serkeftiyê hilbijartinan kir

PeyamaKurd – Serokwezîra berê ya Almanyayê ku heta hilbijartinên 26ê Îlona 2021ê 16 salan li ser kar maye Angela Merkel, serkeftiyî hilbijartinan Olaf Scholzê serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) pîroz kir.

Hat ragihandin ku Angela Merkel bi nameyekê serkeftina hilbijartinan li Scholz pîroz kiriye.

Niha li Almanyayê hevdîtinên bo hevpeymaniya avakirina hikûmeta nû dest pê kirine û çav li rê ye heta çend mehan jî berdewam bikin ku hejmarek senaryoyên hevpeymaniyê piştî encamên hilbijartinan derketine holê.

Di hilbijartinên Almanyayê de li gorî encamên fermî Yekîtiya Partiyên Xirîstiyan a ji her du partiyên CDU û CSU bi %24,1dengan û Partiya Sosyal Demokrata Almanyayê (SPD) bi %25,7 dengan piraniya dengan bi dest xist.

Herwiha Partiya Kesk (Grune) %14ê dengan, Partiya Demokrat Azad a Almanyayê (DFP) %11,5ê dengan, Partiya Alternatîf bo Almanyayê (AfD) %11ê dengan, Partiya Çepên Almanyayê (Die Linke) %5ê dengan bidest xistin û partiyên din jî %8ê dengan bidest xistine.