Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Sêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir

09 December 2021 11:29 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Sêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Şêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser twitterê bi zimanê Kurdî û Almanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: ‘‘Ji ber destbikarbûnê, pîrozbahiyê li şêwirmendê nû yê Almanyayê birêz Olaf Scholz û kabîneya nû dikim. Hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.’’

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: ‘‘Spasiya piştevanî û hevkariya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dikin. Em xwazyarê pêkve karkirinê ne û pêşxistineke zêdetir a pêwendî û alîkariya hevbeş in.’’