Li Colemêrgê ciwanekî Kurd ji ber gulebarana leskerên Tirk can da
PeyamaKurd – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, di encama gulebarana leşkeran de ciwanekî Kurd ê 16 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan, 4 ciwanên ji gundê Berûh a navçeya Rûbarokê, pêr ji bo seyranê û berhevkirina berûyan çûn çiyê û leşkerên Tirka zarok dan ber guleyan. Di encamê de ciwanê 16 salî Ozcan Erbaş, jiyana xwe ji dest da.
Parêzgarê Colemêrgê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û dibêje: ‘‘Ew kaçaxçî ne û leşkera gule bera hewayê dane. Lê çavkaniyên li deverê û xizmên Ozcan Erbaş, dibêjin her çar ciwan bûn û çûne seyranê, berû danehev. Leşkeran bêyî ku bala wan bikşîne, ew dane ber guleyan û di encamê de ciwanê temenê wî 16 salî jiyana xwe ji dest daye.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin