Ciwanekî Kurd li Almanya ji aliyê penaberekî Ereb ve hat kustin

11 February 2021 12:00 0 dîtin
Ciwanekî Kurd li Almanya ji aliyê penaberekî Ereb ve hat kustin

PeyamaKurd – Li Almanyayê, ciwanekî Kurd ji aliyê penaberekî Ereb ve bi kêrê hat kuştin.

Dezgeha Lûtke ya ji bo Karûbarên Aware û Penaberan diyar kir; do ciwanekî Kurd, ji aliyê penaberekî Ereb ve hat kuştin. Hat destnîşankirin, beriya niha di navbera her du ciwanan de kêşe û pevçûn derketiye.

Penaberê Kurd 27 salî bû û welatiyê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bû. 5 sal in li kampeke Almanyayê dijiya û li benda wergirtina mafê penaberiyê bû.

Piştî ku di navbera wî û paneberê Ereb de şerê devkî derketiye, penaberê Ereb bi kêrê êrîşî wî kiriye û ew kuştiye. Kujer kesekî Iraqî ye û 33 salî ye. Niha ji aliyê polîsê Almanyayê ve hatiye desteserkirin.

Li gor zanyariyên ji Dezgeha Lûtke, penaber û koçberên li kampên welatê Almanyayê, bi giştî di rewşeke xerab de ne û ji ber ku çend netewên cuda di heman cihî de dimînin, gelek caran şer û pevçûn di navbera wan de çêdibin.