Li Almanya penaberekî Kurd bi destê hevalê xwe hat kustin

30 September 2021 16:01 0 dîtin
Li Almanya penaberekî Kurd bi destê hevalê xwe hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku penaberekî Kurd ê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, doh 29ê Îlonê li Berlînê bi destê kesekî nasê xwe hat kuştin.

Polîsê Berlînê ragihandiye, termê xortekî 31 salî yê bi nave Hozan Mihemed li Berlînê hatiye dîtin ku ew xort niştecihê taxa Letsherberg bûye û li nêzîkî otomobîla xwe di nava daristanekê de hatiye kuştin.

Polîs daye xuyakirin, bergumanê tawanê ji aliyê hêzên wan ve hatiye desteserkirin, lê nasnameya wî nehatiye eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniya polîsê Alman, berguman li xwe mikur hatiye ku wî Hozan kuştiye û pirsgirêkên wî yên derûnî hene.