6 Kurd li Almanyayê bûn parlamenter
PeyamaKurd – Di hilbijartinên giştî yên Almanyayê de, ku duh 23yê Sibatê de hatin lidarxistin, zêdetirî 59 milyon hilbijêran ji bo 630 kursiyên Parlamentoya Federal dengên xwe bikar anîn.
Partiya Yekîtiya Xiristiyanan (CDU/CSU) bi rêjeya %29ê dengan bû yekemîn û serokê wê Friedrich Merz weke namzetê serokwezîriyê hate diyarkirin.
Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir bi %19,5ê dengan bû duyemîn.
Partiya Sosyaldemokrat (SPD) ya Serokwezîr Olaf Scholz bi %16ê dengan di rêza sêyemîn de ma, dengên Partiya Keskan bi %13,5ê dengan li gorî hilbijartinên 2021an %1,2 kêm bûn. Partiya Çep (Die Linke) %8,5, Partiya Demokratîk a Azad (FDP) %4,9, û Tifaqa Sahra Wagenknecht %4,7 deng wergirtin.
Ji 12 namzetên Kurd ên ku ji partiyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, 6 kes bûn parlamenter. Li gorî encamên nefermî, Gokay Akbulut, Cem Înce, Ferat Koçak û Mîrza Edîs ji Partiya Çep, Qasim Tahir ji Keskan, û Serdar Yuksel ji SPDê bûn parlamenter.
Serdar Yuksel, ku bi %33yê dengan hate hilbijartin, li ser Instagramê spasiya alîgirên xwe kir û ji 2010an ve endamê Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen e. Gokay Akbulut û Qasim Tahir jî berê endamên Parlamentoya Federal bûn. Ferat Koçak jî parlamenterê eyaleta Berlînê ye û niha derbasî asteke bilindtir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin