Di hilbijartinên Almanyayê de 7 Kurd bûn parlamenter

29 September 2021 15:36 0 dîtin
Di hilbijartinên Almanyayê de 7 Kurd bûn parlamenter

PeyamaKurd - Di hilbijartinên Parlamentoya Fedralî û Parlamantoya Herêmî ya Almanyayê de ku 26ê Îlonê birêve çûn 7 kurd bi ser ketin û bûn parlamenter.

Çalakvanê Kurd ê çepgir Frat Alî Koçak, Jiyan Omer, Taylan Kurt, Gokay Akbulut, Canan Bayram û Qasim Tahir Salih ji Partiya Keskan û Sevim Aydin jî ji Partiya Sosyal Demokratan di hilbijartinan de mafê parlamenteriyê bi dest xistin.

Ji parlamenterên Kurd 4 ji wan ketine parlamentoya Berlînê ku yek ji 16 herêmên Almanyayê ye.

Di hilbijartinên Almanyayê de li gorî encamên fermî Yekîtiya Partiyên Xirîstiyan a ji her du partiyên CDU û CSU bi %24,1dengan û Partiya Sosyal Demokrata Almanyayê (SPD) bi %25,7 dengan piraniya dengan bi dest xist.

Herwiha Partiya Kesk (Grune) %14ê dengan, Partiya Demokrat Azad a Almanyayê (DFP) %11,5ê dengan, Partiya Alternatîf bo Almanyayê (AfD) %11ê dengan, Partiya Çepên Almanyayê (Die Linke) %5ê dengan bidest xistin û partiyên din jî %8ê dengan bidest xistine.

Çav li rê ye Partiya Sosyal Demokrata Alamanyayê (SPD) bi koalîsyon hikûmeta nû ya Almanyaya Federalî ava bike.