Ji bo hilbijartinên Almanyayê 200 Kurd bûne namzed
PeyamaKurd – Di hilbijartinên 13ê Îlonê yên xwecihî yên eyaletên Almanyayê de, bi qasî 200 Kurd ji hemû beşên Kurdistanê bûne namzed.
Dengdana taybet dest pê kiriye û nêzîkî 200 berbijêrên Kurd deng dixwazin ku li gor amarên nefermî, zêdetirî milyonek û 200 hezar Kurd li Almanya dijîn.
Namzedên Kurd soza xizmetguzariyê li gelê Kurd û Alman ên li wan deverên lî dijîn didin û kampanyayên xwe berdewam dikin.
Hêjayî gotinê ye, ji Rojavayê Kurdistanê jî hejmarek zêde kes li Almanyayê xwe kirine namzed ku di van salên dawî de ji ber şerê Sûrî hejmarek zêde penaberî Almanyayê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin