Li Hemayê 61 kes ji hêzên rejîmê û çekdarên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li eniyên Rehcan, Şakoşiyê, Aseriya û eniyên din ên gundewarê rojhilatê Hemayê de, di encama şer û pevçûnên dijwar di navbera hezên rejîma Sûriyê û DAIŞê de 61 kes ji herdu aliyan hatine kuştin.
SOHRê diyar kiriye ku şerê bi çekdarên DAIŞê re ligel êrîşên asmanî yên balafirên Rûsya û rejîma Esed 4 roj in dewam dike û terorîstên DAIŞê dest danîne ser gelek baregehên leşkerî û alav û cebilxaneyên hêzên rejîma Şamê li gundewarê Aseriya.
Li gorî çavkaniyên SOHRê di şerê 90 saetên dawî de, hejmara kuştiyên hêzên Şamê gihîşt 39an û hejmara kuştiyên DAIŞê jî bûye 22 ku ji ber birînên xedar dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.
Ji 24ê Adara sala 2014an heta niha 887 leşkerên hêzên rejîmê û alîgirên wê ku herî kêm 2 ji wan Rûs û 140 komên ser bi Îranê ve ne hatine kuştin.
SOHRê daye xuyakirin ku di şerê heta niha de 4 sivîl li zeviyên gazê, 11 şivan û jinek hatine kuştin û hejmara kuştiyên DAIŞê jî bûye 482 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin