Li Efrîn û Helebê çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî pêgehên hêzên Kurdî kirin

16 November 2020 14:03 0 dîtin
Li Efrîn û Helebê çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî pêgehên hêzên Kurdî kirin

PeyamaKurd – Li navçeya Şehbayê çekdarên girêdayî Tirkiyê, êrîşî pêgehên Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) kirin.

Çavkaniyên xwecihî destnîşan dikin, şeva Yekşemê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li sê mihweran êrîşî pêgehên Hêzên Rizgarkirina Efrînê kirine.

Heman çavkanî diyar dikin, êrîş li derdora gundê Eyn Deqnê li navçeya Şehbayê hatiye pêkanîn û di encamê de şer û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de derketine.

Çavkaniyên xwecihî didin zanîn, çekdarên girêdayî Tirkiyê gihiştine xalek Hêzên Rizgarkirina Efrînê û şervanek dîl girtine û paşê ji wê xalê vekişiyane.

Di derbarê êrîşê de heta niha HREyê tu daxuyanî nedaye.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) jî diyar kir: “Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, êvara Yekşemê li bajarokê Kelbecerîn li gundewarê bakurê Helebê, êrîşî pêgehên hêzên Kurdî kirine û hejmarek ji wan kuştine û du kes ji wan jî dîl girtine.”

SOHR herwiha dibêje, hêzên Tirkiyê û komên çekdar, di heman rojê de gundên el Malikiye, Merenaz, Şewarixe û Kela Şewarixe li bakurê Helebê topbaran kirine.

Piştî ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di buhara 2018an de ket bin kontrola Artêşa Tirkiyê û komên çekdar, tenê 12 gundên herêma Efrînê tevî herêma Şehbayê bi navendîtiya Til Rifetê, di destê hêzên Kurdî de mane.

Herêma Şehbayê dikeve bakurê rojhilatê bajarê Helebê.