SOHR: 26 çekdarên opozîsyonê û rejîmê hatin kustin
PeyamaKurd - Ravwengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama şer û pevçûnên giran yên navbera hêzên artêşa Sûriyê û komên çekdarên opozîsyonê de, 26 çekdarên opozisyonê û leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî ragihandina SOHRê li gundewarên Idlibê û Laziqiyê şer û pevçûnên tund di navbera hêzên rejîmê û çekdaran de rû didin û heta niha jî di encama wî şerî de, 26 çekdarên komên çekdarên opozîsyonê û leşkerên Sûriyê hatine kuştin ku hejmarek ji wan jî birîndar in.
Rawengehê hejmara cudakirî a kuştiyên rejîmê û komên çekdar zelal nekir.
Herwiha SOHRê da zanîn ku balafirên şer ên Rûsî û Sûrî bi qasî 500 lêdanên esmanî li herêma Idlibê ya 'kêmkirina rageşiyê' pêk anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin