SOHR: Li herêmên di bin kontrola rejîmê de 54 jin hatin kustin
PeyamaKurd – Mala Çavdêriyê ya mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) daxwuyaniyekî li ser îhlala mafên jinê û şiddeta ser jinê ya li Sûriyê da. SOHR ragihand ku şiddeta li ser jinê dewam dike û ji serê salê heya niha 54 jin hatine kuştin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku jin tên kuştin, nagihên mafên xwe û tevî şertên jiyanê yên xerab bi sedan jin di zîndanên rejîma Sûriyê de tên girtin û dahatûya wan nayê zanîn.
Daxwuyaniya SOHRê, tenê ji bo herêmên ku di bin rejîma Sûriyê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin