SOHR: 28  leskerên rejîmê hatin dîlgirtin

12 January 2020 23:45 0 dîtin
SOHR: 28  leskerên rejîmê hatin dîlgirtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Der’ayê di encama êrîşeke çekdarî bi ser binkeyên artêşa rejîma Sûriyê de, 28 leşkerên sûrî hatine dîlgirtin.

Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku, komeke çekdaran li bajaroka Kerk a Rojhilat, êrîşî bendeke kontrolê yê rêjîmê kir û 8 endamên wan dîl girtin û çekên wan destser kirin.

Hariwha hat ragihandin ku xelkê bajaroka Nahta jî bi qasî 20 leşkerên rêjîmê girtin û çekên wan jî bi dest xistin.

Li gorî SOHRê ev tevgera xelkê, weke zext û bersiva li dijî girtina gelek kesan ji aliyê rêjmê ve ye.