SOHR: 230 çekdarên din ên Sûrî çûn Qerebaxê, 9 hatin kustin û 3 jî hatin dîlgirtin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Tirkiyê 230 çekdarên din ên Sûrî ji bo alîkariya Azerbaycanê şandin nav şerê Qerebaxê.
Li gorî rapora SOHRê, heta niha Tirkiyê 2 hezar û 280 çekdarên Sûrî şandine Azerbaycanê û ji wan jî 342 çekdar paşde vegerîyane.
SOHRê diyar kiriye ku di encama şerê çend saetên borî de jî 9 çekdarên Sûrî yên li kêleka Azerbaycanê şerê Ermenistanê dikirin hatine kuştin û hêzên Ermenistanê jî herî kêm 3 çekdarên Sûrî dîl girtine.
Li gorî amarên SOHRê ji dawiya meha Îlonê ve, herî kêm 240 çekdarên ji Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin û termên 183 çekdaran jî bo Sûriyê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin