SOHR: Li Qerebaxê 28 çekdarên Sûrî yê girêdayî Tirkiyê hatin kustin

01 October 2020 15:16 0 dîtin
SOHR: Li Qerebaxê 28 çekdarên Sûrî yê girêdayî Tirkiyê hatin kustin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di şerê Azerbeycan û Ermenistanê yê Qerebaxê de, di nav 2 rojan de 28 çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve hatin kuştin.

SOHRê da xuyakirin, di 48 saetên borî de 28 çekdarên opozîsyona Sûriyê di şerê Qerebaxê de hatine kuştin û termên wan ji bo Tirkiyê hatine veguhestin.

Li gorî çavkaniyên SOHRê 62 çekdarên din ên Sûrî di şerê li Qerebaxê de birîndar û winda ne.

Tirkiye her çiqas bi fermî qebûl nake ku çekdarên Sûriyê şandine Azerbaycanê jî bi eşkere di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê dike.

SOHRê daye xuyakirin ku heta niha Tikriyê 850 çekdarên Sûrî birine nêzîkî Qerebaxê.