SOHR: 107 çekdarên Sûrî li Qerebaxê hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê ve bo Azerbaycanê hatine şandin gihîştiye 107 kesan.
SOHRê diyar kiriye ku di 24 saetên dawî de 26 çekdarên Sûrî di şerê Qerebaxê de hatine kuştin û hejmar gihîştiye 107an.
Li gorî SOHRê Tirkiye amadekariyan dike ku rojên pêş 400 çekdarên din ji Sûriyê bişîne Azerbaycanê ku hefteya borî jî 250 çekdar ji bo şerê Qerebaxê veguhestibûn.
SOHRê daye zanîn ku hejmara çekdarên heta niha bo Azerbaycanê hatin şandin gihîştiye hêzar û 450 çekdaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin