SOHR: Wê Tirkiye çekdarên Sûrî yên Qefqasî li herêma Qerebaxê bihêle

16 November 2020 01:10 0 dîtin
SOHR: Wê Tirkiye çekdarên Sûrî yên Qefqasî li herêma Qerebaxê bihêle

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku biryar e Tirkiye komeke ji çekdarên Sûrî yên birine Azerbaycanê bo şerê Qerebaxê li herêmê bihêle.

SOHRê diyar kiriye ku ligel bidawîbûna şerê Qerebaxê jî hikûmeta Tirkiyê biryar daye komek çekdarên Sûriyê li herêmê bihêle û wekî sedem jî hatiye diyarkirin ku eslê wan çekdaran ji herêma Qefqasan e.

SOHRê herwiha daye xuyakirin ku herî dawî cenazeyên 30 çekdarên şerê Qerebaxê gihîştiye Sûriyê.