SOHR: Hêzên rejîma Sûrî çekdarên opozîsyonê bi tundî topbaran kir

30 August 2021 14:48 0 dîtin
SOHR: Hêzên rejîma Sûrî çekdarên opozîsyonê bi tundî topbaran kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rêveberiya Şamê derengiya şeva borî taxên Dera El-Beled ên dorpêçkirî bi tundî topbaran kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku Firqeya 4an a rejîma Sûriyê hewl daye ber bi taxên Dera El-Beled ve ku di destê komên çekdarên opozîsyonê de ye, bipêşve biçe.

Çekdarên li herêmê jî bend û xalên hêzên rejîmê yên li bajarê Senmîn ê gundewarê bakurê Derayê armanc kirin ku êrîşî bendeke Firqeya 4an a li derdora bajarokê Sehim El-Colan a gundewarê rojavayê Derayê kirin.

Derbarî ziyanên şer û êrîşan de SOHRê ti zanyarî belav nekirin.