Idlib | SOHR: Ser gur bû: Hêzên rejîma Sûrî bipêsve diçin

14 November 2019 15:40 0 dîtin
Idlib | SOHR: Ser gur bû: Hêzên rejîma Sûrî bipêsve diçin

PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh derengiya şevê, balafirên şer ên Rûsyayê li gundê Mişêrê yê bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê zêdetirî 15 êrişên asmanî pêk anîne. Dîsa li gundê Meret Herma û derdora Hezarîn anku bejahiya başûrê Idlibê jî êrîşên asmanî pêk anîne.

SOHRê ragihand ku ji derengiya şevê heta îro beyaniyê li eniyên Icaz, Mişêrfê û Webîda yên bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê, li milekî di navbera komên çekdarên ji Tirkiyê piştgiriyê distînin de û li milekî din jî di navbera hêzên rejîmê de bombebaran û şerekî dijwar rû dide.

Hêzên rejîmê gundê Webîda yê ku dikeve ser xetên şer kontrol kir û gundên Zerzor, Feracê, Um Xelaxîl, Hilbê yên bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê jî hatin bombebaran kirin.

Herwiha ajasa Sputnîk a Rûsî jî ragihand ku hêzên rejîmê li eniyên başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê ku jêr kontrola Cebhet El-Nusra ye jî dest bi operasyonên leşkerî kirine.