SOHR: Tirkiyê komeke din a çekdarên Sûrî sand Libyayê
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku zêdetirî 150 çekdarên biyanî yên bi ser Tirkiyê ve gihîştine Libyayê ku biryar bû beriya hilbijartinên Libyayê çekdarên biyanî bên vekişandin.
SOHRê ragihand, komeke din a çekdarên girêdayî Tirkiyê ku zêdetirî 150 çekdar ji koma Feylaq El-Mecid, Sultan Murad, Ferqet El-Hemze û Artêşa Nîştimanî ku ji Tirkiyê bi rê ketin, gihîştin Libyayê.
Hat diyarkirin ku ev koma ku îro gihîştiye Libyayê, li şûna wê komê ye ku di 16ê Mijdarê de ji Libyayê derketibû.
16ê Mijdarê komeke çekdarên bi ser Tirkiyê ve ku ji 140 kesan pêk dihat, ji axa Libyayê derketibû û piştre gihîştibûn Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin