SOHR: 28 çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li Libya hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku 28 çekdarên opozîsyona Sûriyê yê alîgirên Tirkiyê li Lîbyayê di şer û pevçûnên de hatine kuştin.
Li gorî SOHRê, di encama şerê berdewam li başûrê Terablusa Paytext û nêzîkî firokxaneya wê de, 28 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.
Beriya niha hatibû ragihandin ku hejmara çekdarên Sûrî yên Tirkiye rahênana kiriye û ji bo Lîbyayê veguhastine, gihîştiye 3 hezar û 660 çekdaran û li wî welatî şer dikin.
SOHRê diyar kir ku hejmara çekdarên Sûrî yên li Lîbyayê ji vê hejmarê zêdetir e, lê hejmara rast nehatiye ragihandin.
Herwiha SOHRê da xuyakirin ku Tirkiye bi tomarkirina navên çekdarên Sûrî ji bo çûna Lîbyayê berdewam e û Tirkiye dixwaze 6 hezar çekdarên Sûrî bibe Lîbyayê.
Tomarkirina navên çekdaran li Efrînê û navçeyên din ên di bin kontrola komên çekdar de berdewam e û bi taybet çekdarên komên Lîwaya El Mutesêm, Firqeya Sultan Silêman, Lîwaya Siqor Şemal, El Hemzat, Feyleq El Şam, Silêman Şah û Lîwaya Semerqend navên xwe tomar dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin