SOHR: Tirkiyê 132 çekdarên Sûrî sandin Lubnanê
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê London a paytexta Brîtanyayê ye, ragihand ku Tirkiye di şandina çekdarên opozîsyona Sûriyê bo welatên din berdewam e.
SOHRê da xuyakirin, Tirkiyê bi hinceta alîkariya piştî teqîna Beyrûdê, 132 çekdarên girêdayî xwe yên sûrî şandin Lubnanê.
Li gorî SOHRê, Tirkiye bi rêya alîkariyên mirovî, dixwaze tevgera xwe li Lubnanê zêde bike û sûdê ji aloziya ewlehî û valahiya siyasî ya li wir bigire.
Piştî teqîna Beyrûdê ku nêzî 200 kesan can da û 6 hezar kes birîndar bûn, ji ber xemsarîya hikûmetê protestoyan dest pê kir û hikûmeta Lubnanê neçar ma îstifa bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin