SOHR: Hejmara çekdarên Tirkiyê sandine gihîst 1650, 126 çekdar jî hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku heta niha Tirkiyê 1650 çekdar ji Sûriyê şandine nav şerê Qerebaxê.
SOHRê daye xuyakirin ku Tirkiyê bi qasî 200 çekdarên din ji Sûriyê şandin Azerbaycanê ji bo li Qerebaxê şerê Ermenistanê bikin.
Li gorî van hejmarên dawî SOHRê diyar kiriye ku heta niha hejmara çekdarên bi ser Tirkiyê ve bo Qerebaxê hatine şandin gihîştiye hezar û 650 çekdaran.
SOHRê herwiha diyar kiriye ku heta niha ango ji 27ê meha borî ya destpêkirina şer ve, bi kêmanî 126 çekdar hatine kuştin û cenazeyên 92 çekdaran jî derbasî Sûriyê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin