SOHR: Tirkiyê 150 çekdarên ên Sûriyê derbasî Libyayê kir

08 February 2022 22:02 0 dîtin
SOHR: Tirkiyê 150 çekdarên ên Sûriyê derbasî Libyayê kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku komeke din a ji 150 çekdaran pêk tê û piraniya wan ji çekdarên koma "Mihemed El-Fatih" a "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî Tirkiyê ne, derbasî Libyayê bûn.

Li gorî SOHRê çekdarên derbasî Libyayê bûne, pere dane berpirsên komên çekdar da ku ji axa Sûriyê derkevin û ber bi Libyayê ve biçin.

Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku 4ê Sibatê jî komeke ku ji 250 çekdaran pêk dihat, piştî çend mehan li Libyayê mane vegeriyane Tirkiyê û ew çekdar jî girêdayî komên leşkerî yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî lihevkirina aliyên siyasî ji bo hilbijartinên giştî li Libyayê, biryar hatibû dayîn hemû çekdarên biyanî ji Libyayê bên derxistin.