SOHR: Çekdarên Îran û Tirkiyê berhemên dîrokî talan dikin û li bazaran difirosin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriye (SOHR) ragihand ku li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriye, milîsên Îranê, piraniya şûnwarên kevnar yên serdemên “Aramî, Roma û Îslamê” yên Sûriye, ji bo dabînkirina mesrefên bilind yên şerê xwe talan kirin e.
SOHRê eşkere kiriye ku berhemên kevnar yên weke, “Têl El-Mirabît, li Biqirisê û Tile El-Eşare li Ebu-Kemal, Têl Qele ya El- Rihibe li nêzîk El-Meyadîn û herwiha bazara El- Muqibî li bajarê Dêrazorê” û piraniya berhemên din yên kevnar, ji aliyê milîsên Îranê ve hatine talan kirin û li bazarên Tirkiyê hatin firotin.
Li gorî rapora SOHRê çekdarên komên girêdayî Tirkiye yên weke, Sultan Suleyman “El-E`imşat” jî, “Girê Erende” yê li herêma “El-Şêz Hedîd” yê li derdora bajarê Efrînê û cihên din yên kevnar li herêma Têl Ebîz ya li bakûrê Sûriye, bi armanca peydakirina berhemên kevnar serobin kirine.
Li aliyê din rejîma Sûriyê jî Tirkiyê bi qaçaxçîtiya berhemên kevnar yên Sûriyê tawanbar dike û ji sazî û navendên navneteweyî dixwaze dawî destdirêjiyên Tirkiyê yên ser talankirina berhemên kevnar werînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin