SOHR: Tirkiyê 350 çekdarên zarok sandine Libyayê
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê heya niha derdora 350 çekdarên zarok şandine Libyayê ku bi tevahî jî bi qasî 20 hezar çekdarên Sûrî bo piştevaniya hikûmeta Wîfaqê şandine.
Li gorî SOHRê ji wan 350 zarokên bo şerê Libyayê hatine şandin, herî kêm 34 ji wan hatine kuştin û cenazeyên wan bi rêya Tirkiyê vegeriyane Sûriyê.
SOHRê eşkere kir ku Tirkiyê heta niha derdora 20 hezar çekdarên ji Sûriyê şandine Libyayê û 10 hezar çekdar jî xwedî nasnameyên cuda ne.
Fermandariya Amerîka ya li Afrîkayê berî çend rojan bi raporekê bal kişandibû ser vê mijarê bertekên tund nîşanî destdirêjiya Tirkiyê ya Lîbyayê dabû ku Tirkiye ewlehiya Libyayê têk dibe.
Fermandariya Amerîkayê gotibû, Tirkiye bi sedan leşkerên xwe û bi hezaran çekdar şandine Libyayê û li dijî Lîbîyan gelek sûc kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin