Çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 zarok ji navçeya Sêrawayê revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 2 zarok ji navçeya Şêrawayê revandin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 2 zarok ji gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrawa revandin, da ku di berdêla berdana wan de fîdyeyê ji malbata wan bistînin.
Zarokên hatine revandin, Zeyneb Elî Xelîl (7) salî û Ibrahîm Ehmed Îbrahîm ê (9) salî ne.
Her du zarok di 27ê Adarê de hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin