Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 welatî ji navçeya Mabata revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, 3 welatî ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin û li navçeya Cindirêsê 300 darên zeytûnê birîn.
Li gor tora çalakvanên Efrînê diyar kir, çekdarên dewleta Tirk bi hincetên xwe yên wekî her carê 3 welatî di demên cuda de ji navçeya Mabata revandine.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Kaso yê ji gundê Şêxotka yê bi ser navçeya Mabata, Mistefa Mihemed Etana ji gundê Aşûra yê bi ser navçeya Mabata, Luqman Hesen Hemdî muxtarê gundê Hec Qasima yê bi ser navçeya Mabata.
Herwiha hat zanîn ku muxtarê gund jî beriya vê ji aliyê çekdaran hatibû îşkencekirin û heta niha aqubeta kesên hatine revandin jî ne diyar e.
Çekdaran li navçeya Cindirêsê ji bo ku avahiyên nû yên mêtingeriyê ava bikin, 300 darên zeytûnê birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin