Çekdarên girêdayî Tirkiyê di hefteyekê de 9 welatî revandin û dest avêtin jinekê
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, li Efrînê tenê di hefteyekê de 9 welatî revandin û dest avêtin jinekê.
Li gor zanyariyan, çekdarên dewleta Tirkiyê di hefteya borî de, 2 jê jin bi giştî 9 welatî ji Efrînê revandin.
Herwiha hat eşkerekirin, çekdaran li gundê Basûfanê ya navçeya Şêrawa, dest avêtin jina ciwan “S S D” a 22 salî.
Hat zanîn ku ew jin ji aliyê çekdaran ve hat revandin û heta niha jî çarenivîsa wê nayê zanîn.
Herwiha hat destnîşankirin, çekdaran dest bi avakirina mizgefeteke nû li gundê Gewrika jêrîn kirin.
Hêjayî gotinê ye, piraniya van mizgeftan li gundên Êzîdî ne û li şêniyên Êzîdî ferz kirin ku li mizgeftan nimêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin