Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê zarokek û kalemêrek kustin
PeyamaKurd – Li Efrînê çekdarên koma Firqet El Hamza, zarokek û kalemêrek kuştin û ciwanek jî birîndar kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî, li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa yê Efrînê, endamên koma Firqet El Hamza ku Tirkiye piştgiriya wê dike, gava çûne nav erdên xwe Abdûlrahman Hemo yê 70 salî û Hemû Cengîz Necar ê 14 salî gulebaran kirin.
Hat diyarkirin, ku di otopsiya zarokê 14 salî de, hatiye tespîtkirin ku 40 gule li laşê wî ketine.
Herwiha hat ragihandin, ciwanê bi navê Mesûd Mecîd Cemo yê 30 salî yê sivîl jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin