SOHR: Di serê Qerebaxê de 36 çekdarên Sûrî hatin kustin

04 October 2020 09:23 0 dîtin
SOHR: Di serê Qerebaxê de 36 çekdarên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûrîyê (SOHR) ragihand ku di nav du rojan de li Qerebaxê 36 çekdarên Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya SOHRê ji çekdarên ku ji aliyê Tirkiyê ve bo Qerebaxê hatin şandin, heta niha gelek ji wan hatine kuştin û birîndarkirin.

SOHRê herî dawî daye xuyakirin, di şerê 48 saetên dawî de 36 çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve li Qerebaxê de hatine kuştin.

SOHRê got, piraniya çekdarên kuştî, Tirkmenên bakurê Helebê yên girêdayî komên Tirkiyê ne.