Soygu bi Akar re li ser çekdarên Sûrî yên çûne serê Qerebaxê axivî
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê nîgeraniya xwe bo veguhestina çekdarên Sûrî bo Qerebaxê nîşan da ku ji aliyê Tirkiyê ve têne şandin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku bi taybetî ji agahiyên li ser veguhestina endamên rêxistinên terorê ji Rojhilata Navîn bo herêma şer a Qerebaxê ew bi fikar in.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wezîrê berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu nîgeraniya xwe ji wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar re aniye ziman.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji qada şer doh dîmenên ku çekdarên Sûrî bi cilûbergên leşkerên Azerbaycanê di şerê Qerdebaxê de cî digirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku 107 çekdarên Sûrî di şerê Qerebaxê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin