Sûriye | Îsraîlê otomobîlek bombebaran kir: Kesekî Sûrî û 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî hatin kustin

09 December 2023 13:58 0 dîtin
Sûriye | Îsraîlê otomobîlek bombebaran kir: Kesekî Sûrî û 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî hatin kustin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Quneyterayê di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, kesekî Sûrî û 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî hatin kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, droneke Îsraîlê îro danê sibê otomobîleke “taxî” ku hejmarek çekdar tê de bûn di navbera bajarokê Beis û Quenyterayê de bombebaran kir.

Herwiha eşkere kir, di encama êrîşê de, kesekî Sûrî û 3 çekdarên Hizbullaha Libnanî yên ji yekîneya çavdêrî û avêtina moşekan hatin kuştin.

SOHRê da zanîn, ji destpêka şerê Hamas û Îsraîlê yê ji 7ê Cotmeha borî ve, Îsraîlê heta niha 28 caran axa Sûriyê kiriye armanc, di encamê de jî 32 çekdar û 2 sivîl hatine kuştin û ji Adara 2011an de, Îsraîl her car êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tohmetbar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyeyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.