Çekdarên nenas êrîsî baregeha îstixbarata Sûrî kir: Efserek hat kustin…

16 April 2023 15:40 0 dîtin
Çekdarên nenas êrîsî baregeha îstixbarata Sûrî kir: Efserek hat kustin…

PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdaran li Quneytrayê êrîş biriye ser baregeha îstixbarata rejîma Sûriyê û di encamê de efserekî artêşa Sûriyê hatiye kuştin.

Li gorî SOHRê çekdarên nenas êrîşî baregeha îstîxbarata leşkerî ya hêzên Şamê li ser rêya Mişêrfê-Resim El Xewalid a gundewarê parêzgeha Quneytrayê kir.

Hat diyarkirin, di encama êrîşa ku çekên giran û topên RPG hatin bikaranîn de, efserê baregehê hat kuştin û 4 endamên din jî birîndar bûn.

Herwiha 14ê Nîsanê jî berpirsê beşa lêkolînan a baregeha ewlehiya rejîma Sûriyê li bajarê Newa yê Derayê ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.