SOHR: Çekdarên nenas êrîsî navendeke rejîma Sûriyê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Rojavayê Derayê çekdarên nenas êrîşî ser navenda "Ewlehiya Siyasî" hikûmeta Şamê kir û şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de derket.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên nenas şeva borî êrîşî navenda ‘Ewlehiya Siyasî’ ya bi ser rejîma Sûriyê ya li bajarokê Mizêrîb ê li rojavayê Derayê kirin û erekî dijwar di navbera her du aliyan de derket.
SOHRê daye xuyakirin ku di şer de hejmarek leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûne, lê hejmara wan nehat eşkere kirin.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê hêzên rejîmê îro 2yê Hezîranê ji danê sibehê ve li herêma Mizêrîb hatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin