Çekdarên nenaskirî êrîsî mala çalakvana mafê mirovan kirin
PeyamaKurd – Çend çekdarên nenaskirî, do ji ber eşkerekirina çend dosyayên destdirêjiya ser jinan û keçên Serdeştê, êrîşî mala çalakvana mafê mirovan Naske Efxemî kirin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Hengawê li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye, piştî çend kesên li Serdeştê destidrêjî li ser jinan û keçan kirine û dosyayên wan ji aliyê çalakên medenî hatine kirin, komek çekdarên nenaskirî, êrîşî ser mala bavê Naske Efxamî çalakvana mafên mirova kirine.
Herwiha li gor wê raportê, çend çekdarên bi narincokan êrîşî mala bavê Naske Efxemî kirine û zerareke zêde ya maddî dayine malbatê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin