Iraq | Çekdarên Tevgera Sedr êrîsî 2 avahiyên asayîsa Besrayê kirin

17 May 2024 20:02 0 dîtin
Iraq | Çekdarên Tevgera Sedr êrîsî 2 avahiyên asayîsa Besrayê kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên girêdayî Koma Seraya el-Selam a Tevgera Sedr êrîş birine ser du avahiyên asayîşa parêzgeha Besrayê.

Li gorî ragihandina çavkaniyên ewlehiyê yên Besrayê, piştî ku çekdarekî girêdayî Tevgera Sedr ji qaçaxçîtiya çekan hatiye girtin, komek şervanên Seraya Selam li rojhilatê Besrayê bi çekên sivik û navîn êrîşî du avahiyên asayîşê yên li navçeya Şatulereb kirine.

Parêzgarê Şetulerebê Heydar Ta’ma ragihandiye piştî êrîşê hêzeke mezin a ewlehiyê li deverê hatiye bicîkirin û lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.