Iraq | Muqteda Sedr hemû çalakiyên tevgera xwe rawestand û Twittera xwe jî girt
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku dema avakirina hikûmeta nû ya Iraqê parlamenterên xwe ji parlamentoya Iraqê vekişandibû, biryar da ku hemû çalakiyên tevgera xwe heta dema salekê rawestîne. Muqteda Sedir herwiha hesabê xwe yê Twitterê jî girt.
Di peyama Muqteda Sedir de hat gotin ku ew dixwaze bibe reformxwazê Iraqê, tevî vê yekê nikare çaksaziyê di nav tevgera xwe de jî encam bide, ku ev jî xelet e û kêşeya mezin e di berdewambûna rêbertiya Tevgera Sedir de, hinek kes hene xwedî doz in û hinek kesên din jî hene ku gendel in.
Sedir gotiye, ew baş dibîne ku çalakiyên tevgera xwe ji bilî Nimêja Înê û Desteya Kultûrî, heta demekê rawestîne ku ji salekê kêmtir nebe, ji bo derxistina bêtawaniya xwe li ber Xweda û piştre li ber bavê xwe.
Herwiha Muqteda Sedir biryara heta piştî Cejna Remezanê girtina gora bavê xwe Mihemed Baqir Sedir jî da û tekane hesabê xwe yê ragihandina peyaman yê Twitterê jî girt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin