“Muqteda Sedr girîngiya Kurdan di hikûmeta Iraqê de bas dizane”
PeyamaKurd - Berdevkê Tevgera Sedr, Selah Ubeydî ragihand, Kurd li Iraqê pêkhateyeke sereke û girîng e û tekez kir, bêyî Kurdan li Iraqê tu hikûmetek nayê avakirin.
Berdevkê Tevgera Sedr Selah Ubeydî beşdarî bernameya Rûdawê bû û derbarê hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de got, Şîe niha bi ser du eniyan de dabeş bûne ku ew jî pirsgirêkek e li pêşiya avakirina mezintirîn fraksyon û hikûmeta nû ya Iraqê.
Selah Ubeydî derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de ragihand, ji ber ranegihandina encamên dawiyê yên hilbijartinan, astengî li pêşiya pêkanîna mezintirîn fraksyona parlemenî û pêkanîna hikûmeta nû derketine.
Selah Ubeydî diyar kir: “Eger ecamên hilbijartinan were pesendkirin, wê demê leza di pêkanîna mezintirîn fraksyon dê wisa be ku me hemûya çaverê nekiribe, çimku jihevtêgihîştin di heyama sê mehên bihorî de, hevdîtin û nêzîkkirina nêrînan û diyarkirina taybetmendiya her eniyek ji u eniyên sereke yên Şîe, ku dixwazin mezintirîn fraksyonê çê bikin, li cem hemûyan aşkere ye, dê mezintirîn fraksyon were pêkanîn.”
Ubeydî herwiha eşkere jî kir, ku Hevpeymaniya Saîrûn û Bizava Hîkme û Eyad Elawî gihiştine lihevkirinekê, ku dibe di piştre bibin hevpeyman jî.
Herwiha Berdevkê Tevgera Sedr destnîşan kir, ku Kurd pêkhateyeke giring a civaka Iraqê ye û tekez kir, bêyî hebûna Kurdan hikûmet li Iraqê nayê avakirin.
Selah Ubeydî da xuyakirin, Muqteda Sedr rol û cihê Kurdan baş dizane, ji ber vê yekê hevdîtina yekemîn piştî hilbijartinan ligel kurdan pêk anîbû.
Ubeydî wiha axivî: “Pêkhateya Kurd, pêkhateyeke giring e di nexşeya hikûmeta Iraqê de, ti hikûmeteke bêyî hebûneke bihêz û bibandor a birayên Kurd nikare were pêkanîn, ti aliyek li ser vê yekê nakok nînin. Semaheta Muqteda Sedr li hemû ast û karan de tekezî li ser wê yekê kiriye, lewma piştî derbasbûna pênc mehan bi ser hilbijartinan re, birêz semaheta Muqteda Sedr hate Bexdayê, yek ji wan şanên ku dît, şanda Kurdî bû û wê demê hemfikrî hebû derbarê pêkanîna hikûmetê de. Birayên Kurd wê demê biryar dabûn, ku çawan têne Bexdayê, gelo bi yek fraksyonê tên, yan bi cuda, ji bo têgihîştina derbarê daxwaziyên Kurdan di hikûmeta pêşerojê de, yan bi şêweyê du grûpî tên, piştî hilbijartinên meha 5, ew yek ji aliyê birayên Kurd ve diyar nebû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin